top of page

Encumena Şarezayan (pisporan) 

Wek bawerî ji hêla Duderî ve bi karê hevpişkî, gropek ji şareza û pisporên Sûrî di warên cur be cur de weke encumenekî rawêjkarî di pirojeyên wê de beşdar e tevlî saziyê bûn, û pêşketina va encumenî dişopînin da ku şarezabûnên dîtir lê zêde bibe.

P1073425.jpg

Nîdal Qereçol derûnasekî klînîkî ye, jêbawer e, di piştevaniya qurbaniyên cengê û tundiya siyasî û olî di hundir kultûrên cihêreng de şareza ye, xwediyê bawernameya masterê ye di dermankirina derûnî ya Klînîkî de, ya ku ji Zanîngeha Leuven bi pileyeke bilind wergirtiye, li gel guvaşa lêkolîneyî li ser hebûnê û nehişmendiya giştî ye.

Niha bi saziya bijîşkên ji cîhanê re li Brukselê dixebite, û klînîkeke taybet birêve dibe, ya ku tê de piştgiriya derûnî û civakî pêşkêş dike, herweha karê rêxistinkirina komxebatan û pirogramên çareserkirinê yên arasteyî xwendekar û girtiyên siyasî û qurbaniyê keresteyên hişbir dike.   

Xwedî ezmûnek berfireh e di hevkariya li gel rêxistinên mirovî yên navdewletî û xwecihî de, û di dozên derûnî yên girêdayî nasnameya zayendî de şareza ye.

Bi her sê zimanên Fransî, Kurdî û Erebî diaxive, û serboriya xwe di gelek teknînkên çareserkirinê de heye, wek dermankirina hebûnî, zanistî û reftarî, analîzkirina derûnî û çareserkirina di rêya huner re.  

Nazî Şukrî pispor e di geşepêdana civaka sivîl û avakirina karîn û rêveberiyê de, û xwedî ezmûneke berfireh e di rahênan û rawêjkariya di warên mafên jinan, cureya civakî û rêvebirina pirojeyan de, wekî rawêjkar û hêsankar li gel rêxistinên navdewletî û xwecihî xebitiye, di pêşxistina siyaset û birêvebirina diyalogan de li ser hukumdariyê û çareseriya nakokiyan beşdar bûye.

Masa El-Muftî lêkolîner û pispora fêrkirin û perwerdehiyê û çalakvana femînîst e, û endame di tevgera jinên siyasî yên Sûrî de, mestera xwe di wêjeya Firansî ji zanîngeha Katolîsîzm li Washingtonê de pê re ye, herweha mestera di siyaset û birêvebirina fêrkirinê ji zanîngeha Beyrûtê pê re ye, û fêrnameyek ji zanîngeha Harvardê di pirograma fêrkirina awarte de li Devera rojhilata navîn (MEPLI) wergirtiye û damezrênera komeleya Sunbula ya fêrkirinê ye, ya ku pirogramên fêrkirin û çandeyê bo zarok û ciwanên penaber li Libnanê pêşkêş kiriye, li gel balkişandina mezin li ser têgeha kalîte û dadperweriyê ya fêrkirina di rewşa awarte û kirîzan de(2013-2020).

Di warên lêkolînên siyasetên fêrkirinê li gel navenda Sûrî ya lêkolînên siyasî ESCWA kar kiriye, û di peymangeha Îsam Farês bo siyasetên giştî û karûbarên navdewletî de (2016-2018) lêkolîner bû, û li gel rêxistina navdewletî Plan-International wek şareza di siyaset û çêkirina pirogramên fêrkirinê yên penaberên Sûrî de li Libnanê (2022-2024) xebitiye, û niha di warê lêkolîn û siyasetên çaksaziya fêrkirinê de li Sûriyê çalak e.

Ehlam El-Reşîd mamosteya zimanê Erebî ye ku zêdetir ji 35 sal ezmûna wê di perwerde û fêrkirinê de heye, û 14 salan di parastina civakî de xebitiye, di damezrandina dibistan û destpêşxeriyên fêrbûnê û yên mirovahî di hundir Sûriyê û derve de beşdar bûye, û bi karê rahênanê bo bêhtir ji 16,000 ji rahênerên di warê parastina fêrkirin û avakirina aştiyê de rabûye, û di dariştina pêşnîyarên navdewletî de di kongirên Bruksel û Berlîn de û kongirê diyaloga niştimanî de beşdarî kiribû, xelatên cîhanî wergirtine, û li gorî BBC ew di nav 100 jinên bibandor de ye, herweha xelata baştirîn fîlma belgeyî li Parîsê bi dest xist.

Niha hevrêzkara parastina rêxistina nerîn ya cîhanî ye, û bi bandora xwe ya civakî û şîyana wê di girêdana di navbera fêrkirin û xurtkirinê di jîngehên pûç û lawaz de naskirî ye.

Dr. Safwan Kassam pispor û lêkolînere di warê civaknasî û derûnasiya civakî de, hejmarek ji lêkolînên zanistî û hejmarek ji gotarên rojnamevanî pispor û wêjeyî weşandine, bi salan di rêxistinên mirovî û rêxistinên civaka sivîl û beşên piştgiriya derûncivakî û parastina zarok û jinê de xebitiye, rahênerekî pispor e di hejmarek ji warên têkildarî va beşî de û rahênerekî şareza ye di lêkolînên zanstî û civakî û zayendî de.

Cemal El-Şûfî lêkolîner û nivîskar e di warê raman û çand û siyasetê de, di sala 1971an de ji dayik bûye, diktoraya xwe di fîzîka atomî de ji zanîngeha Elqahîre (2008)an wergirtiye, wek mamosteyekî akadîmîk kar kiriye berî ku bi kotekî ji karmendiya dewletê di sala 2012an de were bidûrxistin.

Xelata Yasîn Elhafiz di ramana siyasî de ji navenda Heremon ya lêkolînan di sala 2017an de wergirt, hejmarek ji pirtûkên wî yên li ser dozên veguherînên siyasî û ramanî li Sûriyê hatine weşandin, ji wan pirtûkan: Diyalogên Sûrî veguherînên mezin û rêya dijwar(2023) hebûn û rewşa siyasî (2023- werger) azadî û welatê têkçûyî(2021) û pirsa Sûriyê û neynikên ciypolîtîka navdewletî(2021) li rex berhem û lêkolînên dîtir. 

Di amadekirina hejmarek ji xwendin û lêkolînan de bi hevkariya li gel navendên Ewropî û Sûrî yên ku giringîyê didin dozên fêrkirin, mafên mirovan û siyasetên navdewletî beşdar bû. 

Herweha wek rahêner û gotarbêjekî di warên şiyandina sivîl û xurtkirina civakî de kar dike, û çavdêriya pirojeyên derçûn û lêkolînên akadîmîk di warên zanistî û civakî û siyasî de dike.

Masa El-Muftî lêkolîner û pispora fêrkirin û perwerdehiyê û çalakvana femînîst e, û endame di tevgera jinên siyasî yên Sûrî de, mestera xwe di wêjeya Firansî ji zanîngeha Katolîsîzm li Washingtonê de pê re ye, herweha mestera di siyaset û birêvebirina fêrkirinê ji zanîngeha Beyrûtê pê re ye, û fêrnameyek ji zanîngeha Harvardê di pirograma fêrkirina awarte de li Devera rojhilata navîn (MEPLI) wergirtiye û damezrênera komeleya Sunbula ya fêrkirinê ye, ya ku pirogramên fêrkirin û çandeyê bo zarok û ciwanên penaber li Libnanê pêşkêş kiriye, li gel balkişandina mezin li ser têgeha kalîte û dadperweriyê ya fêrkirina di rewşa awarte û kirîzan de(2013-2020).

Di warên lêkolînên siyasetên fêrkirinê li gel navenda Sûrî ya lêkolînên siyasî ESCWA kar kiriye, û di peymangeha Îsam Farês bo siyasetên giştî û karûbarên navdewletî de (2016-2018) lêkolîner bû, û li gel rêxistina navdewletî Plan-International wek şareza di siyaset û çêkirina pirogramên fêrkirinê yên penaberên Sûrî de li Libnanê (2022-2024) xebitiye, û niha di warê lêkolîn û siyasetên çaksaziya fêrkirinê de li Sûriyê çalak e.

  • LinkedIn
  • X
  • Facebook
  • Instagram
bottom of page