ÇÎROKA DUDERÎ
Duderî, şikefteke kevnar e li rex gundê Bircê yê girêdayî herêma Efrînê ye, şikefteke cuda û yekta ye, ji ber ku cîgehê ku tê de kevintirîn hestiyê mirovên nîyandirtal hatine vedîtin, û balkêşiya vê şikeftê ku du derî wê hene: Deriyê xakê û Deriyê ezmên, û wa avahiya yekta hizir da me bo nav û nerîna saziyê. Di zimanê kurdî de Duderî têgihiştina cotiyê dide, û amaje pê dike ku hişê mirovî pêwîstî bêhtirî rêyekê ye da ku bi awayekî rasteqîn geş bibe.

Deriyê Asîman
û
Deriyê Erdê

Di Duderî de em baweriyê bi vê felsefeyê dikin: Deriyek bi tenê têra hiş nake. Em hewldanê bo vekirina deriyê cihêrengiyê dikin, deriyê zanînê, têgihiştinê û ramanên rexneyî, erka me ji wê baweriyeyê tê ku avakirina pêşeroja li ser binyada dadmendî û demokrasî û misogerkirinê bêhtirî nerînekê dixwaze,
lêbelê rakirina dîwarên ku cudabûnê dixin nav me dixwaze, nemaze ew dîwarên di navbera herdû civakên erebî û kurdî de hatine danîn, yên ku rê li pêş pêwendiyan girtine û nehiştine ku danpêdan bi mirovahiya hevbeş bibe.
Deriyê Bihuştê
û
Deriyê Erdê
Çîroka Duderî bi kûrahiya pêdviya me bi hizra rexneyî û pirrengiyê wek amûrên bingehîn bo avakirina Sûriya yekgirtî û demokrasî ve girêdayî ye, di rêya hembêzkirina cihêrengiyê re, eger di warê nijadî an olî an cureya civakî de be, em bo pêşeroja ku tê de hemî deng bên bihîstin û hemî endamên civakê cihê rêzê bin bizavê dikin, û weku çawa Duderî balê dikşîne ser vedîtina kevnar em jî pabendiyê bi vekirina deriyên pêşerojê û afrandina rêyên têgihiştin û aştî û rêzgirtina hevbeş bo tevayan dikin.
