Em kî ne
Duderî saziyeke ji rêxistinên civaka sivîl e û taybet bi xelkê Sûriyê ye, bi herdu zimanên kurdî erebî ye, destûra kar li Berlînê wergirtiye di bin hejmara (VR38011B) û em li Sûriyê li ser xurtkirina jîngehên hînkirina cihêreng dixebitin, herweha avakirina pişikdariyên kartêker li gel xwediyên berjewendiya navxweyî û navdewletî.Me navê saziyî ji şikefteke kevnar li herêma Efrînê (Çayê Kurmênc) ya li Sûriyê biriye, ew şikefta jî navê xwe Duderî ye, ya bi wateya du deriyan tê, wek amajepêkirine ku deriyê me ber bi pirrengiyê ve vekirî ye, û birêketina me ya herdem ber bi asoyên nû ji zanistî û raman û karê hevbeş ve ye.
Em kî ne
Nerîn
Em hêviya avakirina civakeke li ser binyada dadmendiya civakî û demokrasî û azadî û rûmeta mirovan dikin, ku tê de fêrbûn sîstemeke zindî û dînamîkî be, da geşepêdana ku xwe dispêre ser cihêrengiyê û nirxên dadmendî û wekheviyê xurt bike.
Name
Em piştgiriyê didin kes û civakan di rêya fêrbûnê, piştevanî û pişkdariya berfireh re, û xurtkirina hizra rexneyî bo avakirina civakekê li ser bingeha dadmendiya civakî, demokrasî, azadî û rûmeta mirovan. Em pabendiyê bi pêşxistina jîngehên hînkirinê yên curbecur dikin, yên geşepêdana lihevkirî li gel nirxên dadmendî û wekheviyê, ew jî di rêya hevkariya li gel hisedaran û daxwaza çaksaziya siyasetan û hêsankirina diyalogên civakî û kar ji bo avakirina aştiya domdar li Sûriyê.

Bîrdoziya Guhartinê
Em di wê baweriyê de ne ku di rêya xurtkirina jîngeha hînbûnê ya zindî û dînamîkî re û di rêya piştgirîkirina pirosesa geşepêdanê li ser binyada cihêrengî û nirxên dadmendî û wekheviyê re em ê karibin pişikdariyê bidin avakirina civakeke neliv di pirensîpên dadmemndiya civakî, azadî û rûmeta mirovan de, di rêya mîkanîzmên demokrasiya çalak û domdar re.
Nirxên Bnigehîn
Dadmendî
Wekhevî
Ciyawazî
Misogerî
Armancên Stratîjîk
-
Xurtkirina jîngehên fêrbûnê yên curbecur di rêya pêşxistin û cîbicîkirina sîstemên hînbûnê re, yên ku dadmendî û wekheviyê xurt dikin.
-
Avakirina hevkariyên çalak li gel aliyên kartêker yên xwecihî û navdewletî bo piştgirîkirina çaksaziya siyasetên fêrbûnê û destpêşxeriyên avakirina aştiyê.
-
Xurtkirina diyalogên civakî û hewldanên avakirina aştiyê bi armanca lihevhatin û têgihiştina hevbeş.
-
Bihêzkirina şiyanên dezgehî ya saziya Duderî bo misogerkirina mezinbûna domdar û bandorê di rêya rêveberiyeke kartêker û şehrezayîya bikarînanê re.
Em çi dikin?
-
Pêşxistina şîyanên kes û civakên xwecihî bo beşdariya çalak di pirosesa geşepêdanê de.
-
Piştgiriya destpêşxeriyên ku giringiyê didin cihêrengiya çandî û civakî û aborî.
-
Çakkirina siyaset û pirogramên fêrbûnê di rêya piştevanî û pêşkêşkirina çareyan li gorî ketwar.
-
Avakirina pişikdariyên stratîjîk û daxwaza guhartinên bibandor di siyasetên giştî de.
-
Hevkariya li gel hisedarên navxweyî û navdewletî bo pêkanîna armancên geşepêdanî yên demdirêj.
-
Bandora li ser siyaseta giştî bo xurtkirina nirxên dadmendî, wekhevî û mafên mirovan.
-
Hêsankirina diyalogên civakî yên ku avakirina têgihiştina hevbeş û aştiya domdar armanc dike.
-
Piştgiriya destpêşxeriyên lihevhatinê û avakirina aştiyê û xurtkirina pevgirtina civakî.
